Rejîma Îranê li dijî gel ‘serketina xwe’ îlan kir!

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li dijî xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê benzînê ‘serketin’ îlan kir. Lîderê olî Ayetûllah Elî Xaminey jî got: “me dijmin têk bir”.

Rûhanî di daxuyaniya li civîna Desteya Wezîran de da got: “Gelê me bi gelek boneyan li dijî komployên dijminan bi serket, carekî din gelê me li dijî xwepêşandanên yek ji komployên dijmin bi serket.”

Rûhanî bi domdarî got: “Hejmara anarşîstên daketin kolanan kêm bû. Ev anarşist bi rêxistinkirî û bi çek bûn.” Serokkomar ji bo xwepêşandaran jî got: “hêzên reaksiyon ên herêmê, komploya Siyonîst û Emereîkiyan.”

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xaminey jî di daxuyaniya şeva Şêşemê dayî de gotibû: “Em dijmin têk bir.” Xaminey anî ziman ku tişta bûyî ne ji aliye gel ve bû, got: “pirsgirêkek çavkaniya xwe ji ewlehiyê girtiye” derketiye holê.

Xwepêşandan roja Înê ji ber bihabûna benzînê û şûnde bi şevê destpê kiribû. Rayedaran ragihand ku 5 kes mirine, 4 jê endamên ewlekariyê û yek jî sivîl e. Li aliye din Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî ragihand ku nêzî 100 kes mirine. Li gorî NY’yê jî bi dehan kes mirine.