Rêjeya dengê Bolsonaro zêde dibe

Jaîr Bolsonaro yê rastgirê tund, ku di tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê ya Brezîlyayê de bû yekemîn, li gorî anketan di tûra duyemîn de wê dengê xwe zêdetir bike.

Tûra destpêkê ya hilbijartinê roja 7'ê Cotmehê hatibû kirin. Namzetê Partiya Lîberal a Sosyal Bolsonaro 46 ji sedî yê dengan, namzetê Partiya Karker Fernando Haddad jî 29 ji sedî yê dengan stendibûn.

Li gorî anketa dawî ku ji aliyê Datafolha ve hate amadekirin, Bolsonaro wê di tûra duyemîn a 28'ê Cotmehê de 59 ji sedî, Haddad jî 41 ji sedî yê dengan bigire.

Tê gotin, eger Bolsonaro yê rastgir ku bi awayekî vekirî nîjadperestî, dijminatiya li jinan û dîktatoriya leşkerî diparêze, wê li ser demokrasiyê bibe metirsiyeke mezin. Rîsk heye ku dîktatoriya faşîst ji nû ve vegere.