Rêjeya ciwanên bêkar li YE hê jî bilind e

Di meha Hezîranê de li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ji her 6 ciwanan yek jê bê kar e û li hinek welatan ev rêje 3’an yekê wê derbas dike.

Li gorî daneyên saziya îstatîskê ya YE Eurostatê, ji meha Hezîranê ve li 28 welatên Yekîtiya Ewropa (YE) 17 mîlyon û 105 hezar kes bê kar in û ji van 13 mîlyon 570 hezar li Herêma Euro ne. Ev rêjeya bêkarî li gorî meha Gulanê di tevayî YE 4 hezar û li Herêma Euro jî 14 hezar qat zêdebû.

Li gorî Hezîrana 2017’an hejmara bêkarên li YE mîlyonek û 657 hezar û li herêma Euro jî mîlyonek û 146 hezar kêm bûn.

Di nava sala dawî de ketina herî girîng ya rêjeya kêmbûna bêkarî li  Portekîz, Hirvatîstan, Estonya û Îspanyayê ye.

RÊJEYA HERÎ BILIND LI YEWNANÎSTAN Û ÎSPANYAYÊ YE

Li gorî daneyên meha Nîsanê li Yewnanîstanê rêjeya bekariyê sedî 20. 2 yekem e û Îspanya jî sedî 15.2 di rêza duyemîn de cih digire. Li gorî metodên Eurostatê rêjeya herî kêm ya bêkarî sedî 2.4 Çekya û sedî 3.4 Elmanya ye.

3.4 MÎLYON CIWAN BÊKARIN

Li gorî daneyên Eurostat yê meha Hezîranê li YE giştî 3 mîlyon 415 hezar ciwanên dibin temenê 25 sal de bêkarin. Ji van 2 mîlyon û 412 hezar ciwanên bêkar li Herêma Euro ne. Rêjeya ciwanên bêkar li YE sedî 15.2 û li Herêma Euro jî sedî 16.9 e.

Li gorî meha Hezîrana 2018’an welatên herî kêm rêjeya ciwanên bêkar wiha ye; Malta (sedî 5,5), Elmanya (Sedî 6,2) û  Hollanda (Sedî 7,2), welatên rêjeya wê herî bilnd jî  Yewnanistan (Nîsana 2018’an sedî 42.3) Îspanya (Sedî 34.1) û Îtalya (Sedî 32.6) e.