Reforma bacê li Meclîsa Nûneran a DYA hate qebûlkirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), pêşnûmeya reformê ku herî kêm 1,5 trilyonî bacê kêm dike, li Meclîsa Nûneran hate qebûlkirin. Yekane astengiya li pêşiya Trûmp Senato ye.

Reforma bacê ku tenê bi kêrî dewlemendan tê û ji ber vê yekê tê rexnekirin, li Meclîsa Nûneran pêşkêşî dengdanê hate kirin. 227 dengên 'erê', 203 jî dengên 'na' hate dayin.

Piştî ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hate qebûlkirin, reforma bacê wê ji Senatoyê re bê şandin. Lê belê, balkêş e ku di dengdanê de 12 parlamenterên Partiya Komarger li Meclîsa Nûneran dengê 'na' dan.

Reforma bacê ya Donald Trûmp tê rexnekirin ku bi kêrî mirovên dewlemend û karsazan tê, 1,5 trilyon dolarî bacê kêm dike. Di vê çarçoveyê de wê rêjeya baca hatineyê ya şîrketan ji 35 ji sedî dakeve 21 ji sedî.