Rê li ber girtina Lûla hate vekirin

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê rê li ber girtina serokkomarê berê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva vekir.

Lûla li hemberî mehkûmiyeta xwe dixwest ji rêgeza serbestmayînê ya divê heta hemû rêyên hiqûqî biqedin a bi navê ‘habeas corpûs’ê sûdê werbigire. Lê Dadgeha Bilind li hemberî pênc dengan, bi şeş dengan rê li ber girtina Lûla vekir.

Lûla yê ku di hilbijartinên Serokkomariyê yên meha Cotmehê de faworî bû, ji ber nelirêtî û gendeliyê divê 12 sal û mehekê têkeve girtîgehê.

Sûcdariya li Lûla tê kirin ev e ku, ji şîrketeke avahiyan li ber behrê avahiyeke luks kiriye û li hemberî vî tiştî di bazara giştî de rê li ber pêşketina vê şîrketê vekiriye.

Lûla yê ku navekî sembol ê çepgiriya Brezîlyayê ye, sûcdariyên li ser xwe red dike û diyar dike ku tu delîl tune û ji bo ku ew cara sêyemîn nebe serokkomar komplo li wî tê kirin.