Raperîna Rîfê mezin dibe

Raperîna li herêma Rîfê ya Fasê, ev heft meh in dewam dike. Ji bo piştgirî ji vê raperînê re were dayin, li gelek bajarên Ewropayê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Bîlbao yê welatê Baskê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê xwepêşandanên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Çalakiya li Brukselê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî pêk hat. Di xwepêşandanê de wêneyên pêşengê tevgera protestoyî ya li Rîfê Nasir Zerzafî û alên Amazîngê hatin hildan û daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî hate kirin.

Çalakger heta ber avahiya Wezareta Karên Derve meşiyan û bang li hikumeta Belçîkayê kirin, ku li hemberî zextên li herêma Rîfê tên kirin helwestê nîşan bide. Gelek jin tevlî vê xwepêşandanê bûn.

Çalakgereke jin ji ANF'ê re axivî û diyar kir, piştî ku masîgirek beriya heft mehan ji ber destwerdana hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dan, çalakiyan dest pê kirin.

Çalakger anî ziman ku masîgirê bi navê Mûhsîn Fîkrî bi zanebûn hatiye kuştin û diyar kir, lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li Fasê tê kirin û got, "Gel nikare ji dewlemendiyên li Fasê sûdê werbigire."

Çalakger bibîr xist, di erdhejma Sibaat 2004'an a li El Hûceîma de, nêzî 600 kesî jiyana xwe ji dest dan û alîkariyên ji derve jî hatin negihîştin mexdûran.

Çalakger diyar kir, li Fasê gendeliyeke mezin heye û der barê daxwazên herêma Rîfê de got, "Kar, nexweşxane, zanîngeh, zelaliya aboriyê û dawîanîna li gendeliyê."

LI RABATÊ XWEPÊŞANDANA MEZIN

Di vê navberê de li paytexta Fas Rabatê, ji bo piştgirî ji Rîfê re were dayin, roja Yekşemê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Koma Îslamî El Adl Wal ku weke tevgereke nerm tê bi navkirin ragihand, mîlyonek kes tevlî vê 'çalakiya dîrokî' bûye.

Çavkaniyên Wezareta Karên Hundir jî ragihand, ku di vê meşa bi qasî kîlometreyekê dirêj bû 15 hezar kes tevlî bûne. Çalakgeran dirûşmên "Bijî gel", "Azadî, rûmet, edaleta civakî" û "Azadî ji girtiyên siyasî re" hatin qîrîn.