Qurbaniyên komkujiya Dersimê hatin bîranîn

Qurbaniyên komkujiya Dersimê li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

Li bajarên Berlîn û Ludwigsburg ên Elmanyayê û li bajarên Zurich û Baselê yên Swîsreyê qurbaniyên komkujiya Dersimê hatin bîranîn.

BERLÎN: Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê, biryara Operasyona Tûnçelî Tenkîl a 4'ê Gulana 1937'an hate şermezarkirin. Mîtîng li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a Berlînê pêk hat. Di çalakiyê de ku wêneyên pêşengên berxwedana Dersimê hatin hildan, bi navê Însiyatîfa Azadî ji Dersimê re ya Berlînê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, 4'ê Gulana 1937'an ji bo Dersimê rojeke reş e û di dîroka dinyayê de mînakeke bi vî rengî nîne ku ji bo qetilkirina gel û baweriyekê hatiye kirin. Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad li berlînê Erhan Firat jî diyar kir, dewleta Tirk mohra xwe daniye binê bi dehan komkujiyan û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî faşîzmê. Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş jî qurbaniyên komkujiya Dersimê bi bîr anî û got, "Me ew ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Komkujî û zilm li gelemperiya Tirkiyeyê û Kurdistanê didome. Elmanya û Yekîtiya Ewropa hîn bêdeng in. Daxwaza 7000 mirovên di greva birçîbûnê de ne daxwaza me ye. Berî ku hîn bêhtir tişt bi mirovan bê, divê tecrîdkirina Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe." Di dawiya mîtîngê de dirûşm hatin qîrîn.

LUDWIGSBURG: Li bajarê Ludwigsburg ê Elmanyayê, kesên di komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Bîranîn li komeleya Becekliyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Qisekeran gotin, "Qirkirina Dersimê, 4'ê Gulanê rojeke reş e. Divê her kes vê rojê weke rojeke reş bîne bîra xwe."

ZURICH: Bi pêşengiya Însiyatîfa Dersimê li bajarê Zurichê yê Swîsreyê meşek pêk hat. Endamên Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF) ên ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê 3 roj in di greva birçîbûnê de ne, tevlî meşê bûn.

Bi heman armancê li bajarê Basel ê Swîsreyê jî meşek pêk hat.