Qirkirina Tûtsî: Çar gorên komî hatin dîtin

Li Rwandayê çar gorên komî hatin dîtin ku hestiyên mirovên di dema qirkirina Tûtsiyan de ji aliyê rejîma Hûtû ve hatin kuştin tê de ne.

Gorên komî ku 200 cenaze tê ne, piştî kolandinê ku çend rojan dewam kir li gundekî Rûsororo hatin dîtin. Şêniyên herêmê ji bo cenazeyan bibînin bi qasî 20 metre kolandin.

Midûrê Bîrdariya Qirkirina Kîgalî Honore Gatera ji AFP'ê re axivî û got, "Veşartina cenazeyan rêbazek bû ku ji bo birina şopên qirkirinê dihate bikaranîn." Gatera diyar kir ku gorên komî yên li Rûsororo hatin dîtin wê ne yên dawî bin û got, gorên komî yên piştî 24 salan derketin holê tiştekî surprîz nîne.

Rayedar diyar kir ku wê cenazeyan li cihekî ku malbat karibin wan bi bîr bînin veşêrin.

Dema ku cenaze hatin dîtin, hin malbatan ji kincên li ser wan xizmên xwe nas kirin.

Di sala 1994'an de, di navbera mehên Nîsan û Tîrmehê de rejîma Hûtû zêdeyî 800 hezar kes kuşt ku piraniya wan Tûtsî bûn.