Qedexekirina plastîkan têra rizgarkirina okyanûsan nake

Li gorî dîrektorê EPA'yê Andrew Wheeler, qedexekirina berhemên plastîk ên ku tenê carekê tên bikaranîn, wê têrê neke ku pirsgirêka çopê ya li okyanûsan bê çareserkirin û pêşî li qirêjbûnê bigire.

Beriya civîna Wezîrên Hawirdorê yên G7 ku wê li Fransayê pêk were, Dîrektorê Ajansa Parastina Hawirdorê ya Emerîkayê (EPA) Andrew Wheeler li Brukselê axivî û got, pirsgirêka çopa plastîk a li okyanûsan tenê bi çend qedexeyan çareser nabe.

Wheeler bal kişand ser qedexeya ku Yekîtiya Ewropayê daniye ser bikaranîna berhemê plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn û diyar kir, qedexekirina wan berheman girîng e, lê belê bi tena serê xwe têra rizgarkirina okyanûsan nake. Wheeler got, "Pirsgirêka me ya esasî ew e; li DYE'yê ji gelek mirovan heye ku dema materyalan dixin çopa jinûve bikaranînê, pirsgirêk çareser bûye."

Wheeler bal kişand ser îthalata plastîka jinûve bikaranînê ya 2 sal berê li Çînê rawestiya û işaret bi pirsgirêkên ji ber vê yekê rû dan, kir. Wheeler destnîşan kir, ji bo bikaranîna materyalên hatine nûkirin, divê çareserî bê dîtin.

Dîrektorê EPA'yê da xuyakirin, tevî çopa plastîk pirsgirêka herî girîng a hawirdorê ya li dinyayê pirsgirêka nebûna avê ye. Andrew Wheeler anî ziman, tevî pêşîgirtina li qirêjkirina okyanûsan, divê çavkaniyên ava paqij a tê bikaranîn werin parastin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê par biryar da û xwest, berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn ji salên bê û pê ve werin qedexekirin.

Tê texmînkirin ku bi sed hezaran ton çopa plastîk li okyanûsan hene.