Piştî biryarnameyeke nû ya enerjiyê ya rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku gefê li Peymana Avhewayê dixwe, nûçeyeke din a neyînî ji Rûsyayê hat. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn careke din got, germbûna global ne ji ber mirovan e.
Vladîmîr Pûtîn, li bajarê Arkhangelsk ê li bakurê welêt di Forûma Arktîk de axivî û îdîa kir, ku berevajî lêkolînên zanistî, eleqeya germbûna global bi pêşketina pişesaziyê re nîne. Pûtîn got, "Germbûna global di salên 1930'î de dest pê kir" û îdîa kir ku pêwendiya germbûnê gazên sera yên li atmosferê tên belavkirin, nîne.
Pûtîn got, "Di wê demê de gaza ku ji ber mirovan dihat belavkirin, tine bû, lê germbûnê dest pê kiribû" û bal kişand ser sedemên cuda yên rê li ber germbûna global vedikin.
Vladîmîr Pûtîn diyar kir, pêşîgirtina li germbûna global 'ne pêkan e' û anî ziman, ku germbûna global pêwendiya xwe bi rêveçûna global a li ser rûyê erdê ve heye. Pûtîn got, "Meseleya esasî ew e, ku mirov li gorî vê yekê tevbigerin."
Peymana Avhewayê ya ji bo kêmkirina gaza sera, par hatibû îmzekirin. Lê belê, piştî ku Donald Trûmp ê komarger li DYA bû desthilatdar, di polîtîka li ser peymana Avhewayê de guhertin kir. Lewma siberoja vê peymanê ne diyar e.