Puigdemont serî li dadgeha bilind da

Lîderê Katalan Carles Puigdemont ku bi daxwaza Spanyayê li Elmanyayê hate girtin, serî li Dadgeha Bilind da û bang kir ku sûcdariyên lê tên kirin bêhikum bên hiştin.

Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont ku 25'ê Adarê dema ji Fînlandiyayê vedigeriya Belçîkayê ji aliyê polîsên Elman ve hate destgîrkirin, hê jî girtî ye. Puigdemont ku ji aliyê Spanyayê ve bi "raperînê" tê sûcdarkirin, 28'ê Adarê serî li Dadgeha Bilind a Spanyayê da û û li ber sûcdariyên ku lê têne kirin rabû.

Lîderê Katalan di serlêdana xwe de destnîşan kir ku hemû dosyaya dadgerê Spanî Pablo Llarena der barê wî de amade kirine bê betalkirin. Parêzerê Puigdemont Jaume Alonso-Cuevillas serlêdan kir û diyar kir ku sûcdariya "raperînê" ya lê tê kirin, neheqî ye.

Di îtirazê de ku li Dadgeha Bilind hate kirin, hate destnîşanrkirin ku ji bo sûcdariya "raperînê" were kirin divê "serhildaneke bi şîdetê" hatibe kirin û hate bibîrxistin ku ji çalakiyên şîdetê yên pêvajoya referandûmê ya 1'ê Cotmeha 2017'an şexs berpirsyar in.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku çalakiyên şîdetê gelekî kêm in û ji aliyê rêveberiya Katalonyayê û ti hêzeke herêmê ve nehatiye birêxistinkirin.