Protestoyên li Nîkaragûayê 100 roj li pey xwe hiştin

Çalakiyên protestoyî ku li Nîkaraguayê li hemberî hikumeta Daniel Ortega destpê kirin, 100 roj li pey xwe hiştin. 

Çalakî roja pêncşemê ketin roja xwe ya 100’emîn. Bi vê boneyê bi sedan xwendekar derketin kolanan û tevlî çalakiyan bûn. 

Di dema çalakiyên protestoyî de zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî navenda mafên mirovan a li Nîkaragûayê ji 600 kesên ku di dema çalakiyan de ji hêla hêzên paramîlîter ve hatî destgîrkirin agahî nayê wergirtin. 

Hefteya bihurî qanûnek hate qebûlkirin û li gorî vê qanûnê wê heta 20 salan cezayê girtîgehê karibe li kesên li dijî hikumetê çalakiyan pêk tînin bê birîn.

Di çalakiyên roja Çarşemê de Medardo Mairena û Cristian Fajardo jî di nav de daxwaza serbestberdana lîderên siyasî hate kirin. 

Çalakiyên protestoyî 18'ê Nîsanê destpê kiribûn. Çalakvan, serokkomar Daniel Ortega û hevjîna wî bi sazkirina dîktatoriyê sûcdar dikin. 

Daniel Ortega yê 72 salî ku gerîlayekî kevn e, piştî ku di navbera salên 1979 û 1990’î de bi awayekî bê navber li ser desthilatê ma, sala 2007’an dîsa hate li ser desthilatê. 

Mixalefeta ku piştgiriya Dêrê jî wergirtiye, ji Ortega dixwaze ku hilbijartinên giştî ne 2021’ê, Adara 2019’an pêk bîne.