Pompeo: Pêkanînên li ser Tirkiyeyê biryardariya me nîşan didin

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mark Pompeo bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re li Sîngapûrê li hev rûniştin. Pompeo got, "Pêkanîn nîşaneya biryardariya me ye."

Di demekê de ku aloziya navbera DYA û Tirkiyeyê zêde bûye, Pompeo û Çavûşoglû li hev rûniştin.

Her du wezîrên karên derve li Sîngapûrê hevdîtin kirin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Heather Naûert li ser hevdîtinê daxuyanî da û got, "Gelek mijar hatine nirxandin."

Naûert bi dewamî got, "Li hev hate kirin ku hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera her du welatan bidomin." Naûert hevdîtin "çêker" nirxand.

Pompeo jî piştî ku gihîşt Sîngapûrê daxuyaniyek da. Pompeo biryara pêkanînan a li ser Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû nirxand û destnîşan kir ku pêkanîn nîşaneya cidiyetê ye. Pompeo diyar kir ku ew 'gelekî cidî' ne ji bo rahîbê DYA'yî Andrew Brûnson ê li Îzmîrê girtî ye vegere mala xwe.

Pompeo beriya hevdîtina nîv saetê ya bi Çavûşoglû re got, "Tirk hatibûn hişyarkirin ku dem hatiye papaz Brûnson radestî me bikin. Hêvîdar im wê vê biryardariya me ya mezin bibînin."