Pompeo: Em ê nehêlin ku Îran çekan ji Rûsya û Çînê bikire

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo diyar kir ku wê nehêlin ku Îran ji Rûsya û Çînê çekan bikire.

Ambargoya çekan a navneteweyî ya li ser Tehranê di çarçoveya peymana nukleerê de divê 18'ê Cotmehê bi dawî bibe.

DYE'yê di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerî vekişand, ji nû ve pêkanîn ferz kir û bi vî rengî aloziya bi Îranê re zêde bû. DYE ji bo ambargo bidome û ji nû ve pêkanînên navneteweyî bê ferzkirin, zextê li aliyên din ên peymanê dike.

Pompeo ji radyoya France Interê re axivî, bal kişand ser lihevnekirinên navbera DYE û Ewropayê û got, "Ji bo berfirekirina vê ambargoyê heta niha tiştek nehate kirin û DYE xwedî li berpirsyariyên xwe derket."

Pompeo got, "Em ê bi vî rengî tevbigerin. Em ê nehêlin ku Îran tankên Çînê û sîstema parastina hewayî ya Rûs bikire, piştre çekan bifiroşe Hîzbûllahê û hewldanên Serokkomar Macron asteng bike."