Polîtîkayên Johnson dibe ku bibin sedema mirina 70 hezar kesî

Tê texmînkirin ku li Brîtanyayê, polîtîkayên hikumetê yên li dijî şewba Covîd-19 xistiye meriyetê wê heta dawiya salê bibin sedema mirina 70 hezar kesî.

Li gorî lêkolînerên Zanîngeha College ya Londonê, polîtîkayên ku Serokwezîr Borîs Johnson bi israr dimeşîne wê bibin sedema mirina bi deh hezaran kesî.

Johnson ku heta roja Yekşemê li ber girtina bar, restorant û kargehên mîna wan rabû, îdîa kir ku eger 60 heta 70 ji sedî yê civakê bi vîrûsê bikeve wê 'pergala xweparastinê ya civakî' xurtir bibe. Johnson diyar kiribû ku vîrûs dikare mirovên extiyar an jî nexweş bikuje û gotina xwe anîbû ser wê yekê ku li şûna aborî zerarê bibîne bi sed hezaran dikare bimere.

HETA DAWIYA SALÊ 70 HEZAR KES DIKARIN BIMIRIN

Piştî ku hejmara qurbaniyan a ji ber vîrûsê zêde bû, hikumeta Johnson paş ve gav avêt, lê belê karantîna yan jî tevdîrên hikumetê gelekî kêm in. Li gorî lêkolîna Zanîngeha College, ji ber polîtîkayên Borîs Johnson, heta dawiya salê zêdeyî 70 hezar kes dibe ku ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest bidin. Mirovên di ser 70 salî re ne û yên xwedî nexweşiyeke kronîk yek ji pênc parên nifûsa welêt (13) e. Di lêkolînê de hate ragihandin ku ev mirov di nava rîskê de ne û di nava şert û mercên asayî de jî eger Covîd-19 nebe jî 600 hezar ji wan heta dawiya salê dibe ku jiyana xwe ji dest bidin.

Biryarên destpêka mehê li Îtalyayê li dijî vîrûsê hatin wergirtin, li Fransa û Elmanyayê vê hefteyê belav bûn. Li van welatan bi milyonan mirov tên teşwîqkirin ku li malên xwe bixebitin. Gelek sektorên ku ne jiyanî ne hatin rewastandin. Lê belê girtina kafe, bar û restorantan li Îngilistanê ancax roja Yekşemê hate wergirtin. Biryara li ser girtina dibistanan jî di 18'ê Adarê de hatibû dayin.

Li Brîtanya Mezin hejmar qurbaniyên vîrûsa koronayê rojên dawî zêde bû û gihîşt 330 kesî.