Piştî komkujiyê, fermana valakirina Xan Yûnûsê hate dayin

Şerê li Şerîda Xezeyê 310 roj li pey xwe hişt. Îsraîl careke din ji bo valakirina Xan Yûnûsê ferman da. Roja Şemiyê li vê herêmê dibistanek hatibû bombekirin û komkujiyek mezin pêk hatibû.

Şerê li Şerîda Xezeyê a piştî komkujiya ku pêk hat didome. Artêşa Îsraîlê fermana da welatiyên taxeke li bakurê bajarokê Xan Yûnûsê ku demildest wir vala bikin.

Mirovên li herêmê bi peyamên Erebî ji telefon, broşur û bi rêyê medyayê hatin agahdarkirin û ji wan daxwaz hat kirin ku biçin herêma ewle yên ku ji nû ve hatine diyarkirin.

Îsraîl, diyar dike ku şervanên Filîstînî ‘herêma însanî ya heyî ji bo fealiyetên xwe yên terorîst bikar tîne û her wiha ji wir roketan davêjin dewleta Îsraîlê.’ Artêşa Îsraîlê bi vî rengî her tim bi awayekî sîstematîk daxwaza guhertina sînorên herêmê dike.

Her çend Îsraîl îdîa bike ku ew ji bo parastina sivîlan van hişyariyan dike jî, bi berdewamî komkujî tên kirin.

Rêxistina mirovî ya Neteweyên Yekbûyî OCHA’yê texmînên xwe parve kir û diyar kir ku roja Pêncşemê û beriya wê piştî fermanên valakirinê yên ji bo herêmên li bakurê herêmê hat dayîn, "dibe ku di nava 72 saetên dawî de herî kêm 60 hezar Fîlîstînî berê xwe dabin rojavayê Han Yûnûsê." 

Parastina Sivîlan a Xezeyê, roja Şemiyê daxuyanî da û diyar kir ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî dibistanên ku sivîl lê xwe ragirtine de dora 93 Filîstînî ku di nav de zarok jî heyî, hatin qetilkirin.

Artêşa Îsraîlê, jî îdîa kir ku dibistan ji aliyê Hamas û Cîhada Îslamî ve hatiye bikaranîn û herî kêm 19 endamên her du komên çekdar ên Fîlîstînî hatine kuştin. 

Artêşa Îsraîl, ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ew li 30 hedefên leşkerî yên Hamasê xistine.

Fîlîstînî û rayedarên NY’yê dibêjin, herêm êdî ewle nîne.