Piştî hevdîtinan YNK’ê daxuyanî da

Ofîsa çapemeniyê ya Bafil Celal Talebanî piştî hevdîtina bi şandeya Îmraliyê re daxuyanî da. Hat diyarkirin ku lîderê YNK’ê wê piştgiriyeke xurt bide pêvajoyê.

DAXUYANIYA YNK’Ê"

Şandeya Îmraliyê saet 10:00’an li Silêmaniyê bi Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyan.

Piştî hevdîtinê Ofîsa Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Debaşanê pêşwazî li şandeya Îmraliyê ya bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder kiriye.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin: “Di hevdîtinê de ku Endamê Polîtburoyê Qubad Talebanî amade bû, şandeya Îmraliyê silav û rêzên birêz Abdullah Ocalan gihandin Serok Bafil Celal Talebanî û biryar, siyaset, bijardeyên xwe derbarê bûyerên siyasî yên navçeyê, pirsa aştiyê li Tirkiyê û gotûbêjên xwe bi birêz Ocalan re anîn ziman. Serok Bafil jî tevî ku bi germî pêşwazî li şandeyê kir, her wiha nêrîna xwe û stratejiya YNK’ê ya derbarê qonaxa nû ya aştiyê ya li Tirkiyê bi zelalî anî ziman û diyar kir ku piştgîrî û piştevaniya hemû dilxwazan dikin da ku gelê me li Tirkiyê mafên xwe biparêze û weke YNK jî wê hevkariya serxistina vê hewldana dîrokî bikin ku Serok Mam Celal di sala 1993’an de bingeha wê danîbû.”

Di heman daxuyaniya Ofîsa Serokê YNK’ê de tê gotin: “Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê da zanîn, heta pirsa Kurd çareser nebe, aştî û aramiya tevahî li navçeyê pêk nayê û wek berê jî me aniye ziman, pirsa Kurd bi çek û şer çareser nabe û encaman bi dest nayîne. Ji ber ku tekane rêya çareseriyê gotûbêj û diyaloga rasteqîne ye. Em hêvî dikin, hemû alî bi taybetî û ji dil, ji bo serxistina vê derfeta dîrokî, li ser bingeha hevparî, xwişk-biratî, hewildana aştî û aramiyê bidin. Serok Bafil Celal Talebanî destnîşan kir, baweriya wan bi xwişk-biratî û jiyana hevpar a aştiyane heye. Em hêvîdar in zimanê diyalogê serwer be û em ê destê xwişk-biratiyê dirêj bikin, em hêvî dikin niyetek cidî ji bo xwişk-biratiya Tirk û Kurdan û serxistina vê hewldana nîştimanî hebe.”