Pisîk jî bi vîrûsê dikevin

Eşkere bû ku vîrûsa korona ya nû li pisîkan jî digere.

Li gorî daxuyaniya Dibistana Veterîneriyê ya Neteweyî (ENVA) ya li bajarê Alfort ê Fransayê, pisîka kesekî bi vîrûsa Covîd-19 bû, tespît bû ku ew jî bi vîrûsê ye.

Di daxuyaniya ENVA'yê de hate ragihandin ku yekemcar li Fransayê hatiye dîtin ku Covîd-19 bi pisîkekê ketiye. Li gorî daxuyaniyê li tevahiya cîhanê bi giştî 4 pisîkên bi vîrûsê ketine hatine tespîtkirin, lewma ihtimala ku vîrûs li van heywanan digere gelekî kêm e.

Beriya niha li Hong Kong, Belçîka û DYE'yê 4 pisîkên bi vîrûsê hatibû tespîtkirin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin, kesên ku bi vîrûsê ketine xwe nêzî heywanên li malê nekin û li gorî pîvanên hîjyenê tevbigerin.