Peymana nukleer: Îranê hin qewlên peymanê betal kir

Rejîma Îranê  hin qewlên bi peymana nukleer ku 2015'an îmze kiribû sekinand.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Îranê, sînordariya ku bi çarçoweya peymana 2015'an li ser dewlemendkirina ava giran û ûranyûmê danîbû, rakir.

Biryar ji bo Elmanya, Çîn, Fransa Ingiltere û Rûsyayê ku bi fermî aliyên peymanê bûn, hate ragihandin. DYE jî beriya bi salekê ji vê peymanê xwe vekişandibû û vegeribû ser ku ambargoyê li ser Îranê bidomîne. Biryara Îranê piştî ku DYE vekişiya bi salekê hate standin.

Wezîrê Karê Derve Muhammed Cevad Zarîf got ew ji peymanê xwe nadin alî, got biryara sekinandina hin tevdîran, dema ku aliyek peymanê qewlên xwe bi cih neyîne, ''maf''ek e.

Fransayê Sêşemê bi daxuyaniyekê gotibû biryareke wiha wê rê li ber ambargoya YE'yê veke.

Serokkomarê Îranê Hesan Rûhanî got heke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dîsa dosyaya nukleerê veke wê bersiveke ''tund''bidin û li gel vê jî peyam da ku ew ji ''muzakereyan re hazir in''.