Parzemîna super wê kengî ava bibe?
Cîhan hebûneke zindî ye ku timî xwe diguherîne. Ji bo karibe 'hilmê' bistîne, pêwîste xwe tev bide. Beriya bi sedan milyon salî hemû parzemîn bûbûn yek. Dema bê wê dîsa bibin yek, lê kengî û çawa?
Cîhan hebûneke zindî ye ku timî xwe diguherîne. Ji bo karibe 'hilmê' bistîne, pêwîste xwe tev bide. Beriya bi sedan milyon salî hemû parzemîn bûbûn yek. Dema bê wê dîsa bibin yek, lê kengî û çawa?
Cîhan ji bo tînê bide derve, divê timî xwe bilivîne. Plakayên tektonîk jî ji ber vê yekê hene. Beriya niha bi 250 milyon salî, hemû parzemînên heyî bûbûn parzemînek. Navê wê parzemîna super jî 'Pangea' bû.
Beriya bi milyonan salî parzemînên super ava bûn. Erd bi rêk û pêk ji hev cihê dibe û piştre dîsa dibe yek. Bêguman wê parzemîneke super careke din ava bibe. Lê nayê zanîn bê ev yek kengî û çawa pêk were.
Ji Zanîngeha Cûrtîn a li Awûstralyayê jeolog Ross Mîtchell ji malpera nûçeyên zanistî Lîve Sîcence re axivî û got, "Pangea wê careke din çêbibe. Lê wê bişibe çi? Di bersiva vê pirsê de nêrînên cuda hene."
Parzemînên super ên berê çêbûn, hin bersivan didin vê pirsê. Parzemîna super a bi navê Nûna (bi navekî xwe yê din Colûmbîa) di navbera 1.9 milyar sal û 1.3 milyar salî de hebû. Piştre di navbera 1.2 milyar sal û 750 milyon salî de Rodînîa ava bû. Dûre Pangea çêbû. Ev parzemîna super berî niha bi 200 milyon salî parçe bû. Di navbera her parzemîneke super de demeke ji 600 milyon salî heye. Jeolog Mîtchell got, "Eger em bêjin, qonaxa dawî ya Pangeayê beriya niha bi 300 milyon salî bû, parzemîna super Amasîa (parzemîna super a siberojê) wê piştî 300 milyon salî çêbibe. Lê belê dibe ku di nava 200 milyon salî de jî ava bibe."
Baş e, çima? Li gorî zanyaran, tîna dendika cîhanê kêm dibe. Lewma bûyera 'belavkirina tînê' zû pêk tê. Di navbera 200-300 milyon salî de dibe ku parzemîneke nû ya super ava bibe. Lê wê ev yek bişibe çi? Li gorî sîmulasyona dawî, Okyanûsa Pasîfîk wê bê girtin, bi vî rengî parzemînên Awûstralya, Amerîka Bakur, Afrîka û Avrasya li aliyê bakur bibin yek. Antarktîka û Amerîka Başûr wê li şûna xwe bimînin. Ev yek ne daneyeke misoger a zanistî ye. Ji ber ku gerstêrka me timî xwe diguherîne.
Gelo avabûna parzemîneke super wê bandorê li jiyana li cîhanê bike? Bersiv zelal e: Bêguman wê bandorê lê bike. Mîtchell dibêje, "Şert û mercên meteorolojîk û avhewayê wê bê guhertin, wê bandorê li cihêrengiya biyo bike. Jiholêrabûna herî mezin (Beriya niha bi 252 milyon salî) di dema Pangeayê de pêk hatibû."