Partiyên desthilatdar ên li Elmanyayê qels dibin

Partiyên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku rêjeya dengê wan ê beriya salekê 53,5 bû, tê gotin ku eger îro hilbijartin were kirin wê kêm bikin û nikarin bi tena serê xwe bibin desthilatdar.

Li gorî lêkolîna bi navê ARD-Deutschland-Trend ku heftane ji aliyê televîzyona ARD'ê ve tê kirin, partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU/CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku li desthilatdariyê ne, gelekî qels dibin.

Dawiya hefteyê li eyaleta Bavyerayê hilbijartin hatibû kirin û partiya CSU nekarîbû bi tena serê xwe bibe desthilat. Li gorî lêkolîna ku piştî vê hilbijartinê hate kirin, eger vê Yekşemê hilbijartin were kirin wê partiyên li desthilatdariyê ne kêm bibin.

EGER ÎRO HILBIJARTIN BIBE WÊ BI RÊJEYA 39 JI SEDÎ BIBIN MÛXALEFET

Li gorî lêkolînê, rêjeya dengê partiyên yekîtiyê CDU/CSU daketiya 25 ji sedî. Yê SPD'ê jî daketiye asta herî nizm a dîroka xwe û bûye 14 ji sedî. Bi vî rengî dibe partiya çaremîn.

DENGÊ KESKAN Û LÎBERALAN ZÊDE DIBE

Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku rêjeya dengê partiya Keskan derketiye 19 ji sedî. Tê gotin, ev rêje ji sala 2011'an û vir ve rêjeya herî bilind a partiya Keskan e. Piştî partiya Keskan jî, partiya rastgiriya tund a bi navê Altenratîf ji bo Elmanyayê (AfD) cihê xwe di rêza sêyemîn de digire.

Li gorî lêkolînê Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) 11 ji sedî, Partiya Çep (Dîe Lînke) jî 9 ji sedî yê dengan digirin û cihê xwe li Meclîsa Federal digirin.

Li gorî anketa dawî ya ku 11'ê Cotmehê hate kirin, partiyên CDU/CSU, SPD û Dîe Lînke pûanek kêm kirin, partiya Keskan 2 pûan û FDP'ê jî pûanek zêde kirin.