Partiya desthilatdar a Ermenîstanê namzet nîşan nade

Partiya Komarê ya Ermenîstanê ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentê yên 1'ê Gulanê wê namzet nîşan nede.

Berdevkê çapemeniyê yê Partiya Komarê ya Ermenîstanê ya li ser desthiladariyê Eduard Şarmazanov da xuyakirin ku berjewendî, ewlehî û aramiya welêt ji bo wan gelekî girîng e û got, "Partiya Komarê ya Ermenîstanê di hilbijartinên parlamentê de wê ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan nede."

Şarmazanov da zanîn ku wê bernameya hemû namzetan nîqaş bikin û heta dengdanê pozîsyona xwe eşkere bikin.

Parlamenta Ermenîstanê xwedî 105 kursiyan e. 58 kursiyên Partiya desthiladariyê Partiya Komarê ya Ermenîstanê, 31 ên Bloka Tsarûkyan, 9 ên Koma Elk’ê (vejîn), Partiya Daşnak a ji koalîsyonê vekişiya jî xwedî 7 kursiyan e.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Serj Sarkîsyan piştî du heyamên serokkomariyê, ji bo serokwezaretiyê hatibû hilbijartin û li dijî vê yekê li paytext Ermenîstanê xwepêşandanên protestoyî rû dabûn. Piştî 11 rojên xwepêşandanan Sarkîsyan 23'ê Nîsanê roja Duşemê îstifa kiribû.