Parlementerên Îngîlîz: Dagirkeriya Tirkiyeyê li ser ewlekariya gef e

Komên parlementeran ên li Keyîtiya Yekgirtî nerazîbûn nîşanî biryara Serokê DYE’yê Donald Trûmp û gefên êrîşên yên dewleta Tirk dan. Parlementeran ji bo êrîşên Tirkiyeyê gotin “Ev êrîş ji bo ewlekariya global gef e.”

Parlementerên Partiya Karkeran Lloyd Rûssell Moyle û Lord Maûrîce Glasman û parlementerên Partiya Mûhafazakar Crîspîn Blûnt û Adam Holloway li ser navê parlementeran daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de parlementerên Îngîlîz gotin ku “Dagirkeriyeke li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî endamekî sereke yê koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê û li dijî tifaqa bingehîn a li Sûriyeyê ye. Ev operasyon wê di hiqûqa navneteweyî de bibe binpêkirineke mezin û wekî li Efrînê wê ev êrîş rîska paqijiya etnîk a li ser Kurdan bi xwe re bîne.”

Parlementeran diyar kirin ku divê DYE û Tirkiye têkiliyên xurt bi QSD’ê re deynin û heke êrîş were kirin wê endamên DAÎŞ’ê yên girtî werin heta Londrayê. Parlementeran bal kişandin ser vî tiştî ku  dagirkeriya Tirkiyeyê wê ewlekariya global jî têxe nav xetereyan.