Parlamentoya Iraqê wê roja Duşemê Serokkomar hilbijêre

Parlamentoya Iraqê wê ji bo Serokkomarê nû hilbijêre roja Duşemê li hev bicive. Li gorî kevneşopiyê divê vê meqamê bidin Kurdan.

Dengdana li Parlamentoya Iraqê wê rojek  piştî hilbijartinên parlamentoyê ya Herêma Kurdistan a Federal were kirin.

Serokê Parlamentoyê Mûhammed El Halbûsî di daxuyaniya roja Pênçşemê de gotibû wê 7 namzet ji bo cihê Serokkomar Fûad Masûm ê YNK’yî pêşbirkê bikin. 329 wekîlên ku di meha Gulanê de hatibûn hilbijar wê ji bo Serokkomarê nû dengê xwe bidin.

Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Saddam cara destpêkê hilbijartinên gelek partiyan 2005’an pêk hat. Ji wê dîrokê ve peywîra Serokkomariyê ji YNK’ê dihate hilbijartin. Di çarçoveya vê peymanê de Serokkomarê destpêkê lîderê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî bû.

Partiya rikber PDK jî Serokatiya Herêma Kurdistan a Federal li xwe girtibû. Lê Mesût Barzanî berî ku hilbijartin were kirin peywira xwe dirêj kiribû. Mesûd Barzanî piştî referandûma xweser a Îlona 2017’an û rêveberiya navendî ya Iraqê dest danî li ser herêmên bi nakok dest ji wezîfeya xwe berda. Cihê wî hê nehatiye dagirtin.

Li herêmê cara destpêkê PDK’ê Fûad Huseyînî ji bo meqama Serokkomariyê pêşniyar kir. Li dijî vê namzetê YNK’ê Berhem Salih weke favorî xuya dike. 5 namzetên din jî yek ne nav de hemû Kurd in. Namzetê ne Kurd Erebekî Sinnî ye.

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê divê Serokkomar beriya roja Çarşemê were diyarkirin. Eger roja Duşemê tu namzetek 3’an 2 yê dengan bidest nexwe wê roja din dîsan parlamento bicive.