BI DÎMEN

Parêzer Esra Saçaklidir: Heta ku çareserî nebe, grevên birçîbûnê wê dewam bikin

Parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku girtî dixwazin meseleya Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin û got, "Heta ku çareserî pêk neyê wê grevên birçîbûnê dewam bikin."

BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de 10'ê Cotmehê destpê kir, girtiyên siyasî yên li zindanan ji 27'ê Mijdarê û vir ve bi rengekî dorveger di greva birçûnê de ne.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Esra Saçaklidir li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Esra Saçaklidir anî ziman ku ji bo şopandina pêvajoya çalakiyê û binpêkirina mafên mirovan ên li zindanan weke Baroya Amedê, ÎHD, OHD, MED TUHAD-FED û TUAY-DER'ê şande ava kirin û tim û tim serdana girtiyan kirin.

Esra Saçaklidir diyar kir ku li gelek girtîgehan wan çavdêriyên xwe kirin rapor û got, "Di raporên xwe de me bi giranî bal kişandin ser cezayên dîsîplînê yên li girtiyan hatin birîn. Beriya her tiştî girtiyên di greva birçîbûnê de ne li odeyên yek kesî têne bicihkirin. Şekir, av, xwê yên ku pêwîstiya girtiyên di greva birçîbûnê de pê heye, ji wan re nayê dayin. Tevî vê yekê rewşa hin girtiyan giran bûye. Me diyar kir ku divê hinek karibe li van girtiyan binihêrin. Her wiha têkildarî çalakiyên civakî jî girtiyan anîn ziman ku piştî dest bi greva birçîbûnê kirin, rêveberiya girtîgehê astengî danîn pêşiya wan. Li girtîgehên ku greva birçîbûnê lê heye heman gilî têne kirin. Dema ku me ev hemû nirxand, dît ku kiryara odeya yek kesî di meriyetê de ye."

KONTROLA TENDURISTIYÊ NAYÊ KIRIN

Esra Saçaklidir ragihand ku hin girtiyên di greva birçîbûnê de ne nexweş ketine û got, "Kontrola tenduristiyê ya van girtiyan nayê kirin. Girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji me re ragihandin ku doktoran kontrola şekirê xwînê nekirine. Ji bilî vê yekê ji bo şikandina berxwedanê jî kiryarên bicihkirina li odeya şexsekî û cezayê dîsîplînê gelekî zêde ne. Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne heta astekê divê av, şekir, karbonat, vîtamîna B bê dayin. Eger ev neyê kirin wê xisarên mayinde li mejiyê girtiyan bibe. Rêveberiyên girtîgehan ji bo şikandina berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne serî li gelek rê û rêbazên binpêkirina mafên mirovan didin û wezîfeya xwe bi cih nînin."

HETA KU ÇARESERÎ NEYÊ PEYDAKIRIN WÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DEWAM BIKIN

Esra Saçaklidir diyar kir ku girtiyên siyasî bi biryar in ku heta bigihêjin armanca xwe ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê çalakiya xwe dewam bikin û got, "Weke şande me dît bê girtî çiqasî bi israr in. Girtî dixwazin meseleya Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin. Divê dewlet ji bo çareseriya vê yekê gava pêwîst biavêje. Heta ku çareserî neyê peydakirin wê grevên birçîbûnê dewam bikin."