Okyanûsên ku jiyana mirovan diparêzin, divê bên rizgarkirin

Konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê, ku li ser parastina okyanûsan tê lidarxistin, dewam dike. Di raporeke NY de jî banga lezgîn tê kirin.

Parastina okyanûsan, derya û hemû çavkaniyên deryayî, çend ji armancên Neteweyên Yekbûyî ne ku ji bo pêşketinê hatine destnîşankirin. Di nava Bernameya Pêşveçûnê ya sala 2030'î de, armanca 14. parastina okyanûsan e.

Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser parastina okyanûsan, roja 5'ê Hezîranê li New Yorkê dest pê kir û tê payin ku sibe biqede. Beriya destpêkirina konferansê bangek hate kirin û hat destnîşanikrin, ku divê welatên cîhanê okyanûs û deryayan biparêzin.

GÛTERRES: OKYANÛS-DERYA JIYANÊ DIDIN ME

Tevî serokên dewlet û hikumetan, wezîr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û karsazan û bi sedan zanyar tevlî konferansê bûne. Di konferansê de tedbîrên li ser gefên li av û zindiyên li nava avê dixwin, tên nîqaşkirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bi wesîleya konferansê axivî û bal kişand ser têkiliyeke taybet a gelek welatan bi okyanûs û deryayê re.

Gûterres gotina "Hûn dikarin ji zimanê min deryayê bibînin" a nivîskarê Portekîzê Vergîlîo Ferreîra bibîr xist û destnîşan kir, mirovahî hemû bi derya û okyanûsan ve girêdayî ye. Gûterres got, "Têkiliya deryayê bi her yekî ji me re têkiliyeke xwe ya taybet heye; ew jiyanê dide me." Gûterres bibîr xist, çavkaniya herî girîng a xwarinê ji derya û okyanûsan tê.

Serokê Konseya Civakî û Aborî ya NY (ECOSOC) Frederîck Makamûre Shava jî li konferansê axivî û bal kişand ser feydeyên okyanûsan li mijarên; xizanî, tenduristî, mezinbûna aboriyê, ewlehiya xurekê û peydakirina kar.

Di konferansê de bal hate kişandin ser qirêjiya li derya û okyanûsan, zêdebûna plastîkên li nava deryayê û hat bibîrxistin, bi vî rengî dewam bike wê çopa li okyanûsan di sala 2050 de ji hejmara giştî ha masiyan zêdetir bibe. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gûterres ragihand, tevî qirêjiyê her wiha bilindbûna ava okyanûsê ji ber germahiya global, xeteriyeke girîng e.

BI SED MÎLYONAN MIROV XWE JÊ XWEDÎ DIKIN

Di konferansê de bal hat kişandin ser lêkolînên saziyên zanistî ku NY û rêxistinên civakî yên sivîl bi wan re dan kirin û hat destnîşankirin, ku asîtbûna ava okyanûsan dibe sedem ku tebeqeyên mercanan spî bibin. Ji ber germahiyê û asîtbûnê, zerar li cihêrengiya biyolojîk a li okyanûsan dibe. Hat îspatkirin ku kêmbûna oksîjenê li binê avê, dibe sedem ku herêmên jê re 'herêmên mirî' tê gotin, zêde bibin.

Mijareke din a ku di konferansê de tê nirxandin ew e; li okyanûs û deryayên ku cihêrengiya biyolojîk lê tine bibe, wê rêjeya masî û heywanên din ên li binê deryayê kêm bibe. Li dehan welatên giravî û welatên peravên wan bi okyanûse re hene, bi dehan mîlyon mirov debara xwe bi masîgiriyê dikin. Li gelemperiya cîhanê jî çavkaniya bi mîlyaran mirovî ya xwarinê ye.

Wezîra Hevkarî û Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya Swêdê Îsabella Lovîn, di Konferansa Okyanûsê ya NY de axivî û girava henderson a li Okyanûsa Pasîfîk weke mînak nîşan da. Hatibû tespîtkirin, ku li vê girava kesek lê najîn, zêdeyî 38 mîlyon çopa plastîk li peravên wê hatiye dîtin.

Serokwezîrê Fîjî Josaîa Voreqe Baînîmarama, ku wê di sala bê de malovaniyê ji Civîna Bilind a Avhewayê ya NY (COP23) re bike, di axaftina xwe de diyar kir, di serî de balîna, req û yûnûs, gelek zindî plastîkên li nava okyanûsan dixwin û destnîşan kir, eger tedbîr neyên girtin, wê qirêjiya li okyanûsan rê li ber encamên tirsnak veke.

'DEM HATIYE KU EM ÊDÎ ŞAŞITIYÊN XWE SERERAST BIKIN'

Serokê Dema 71. a Civata Giştî ya NY Peter Thomson jî anî ziman, şaşitiyên ku mirovahiyê heta roja îro kiriye, divê êdî werin sererastkirin.

Thomson ragihand, bi taybetî pirsgirêka çopa plastîk veguheriye 'weba'yê û got, "Çareseriya pirsgirêkên ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin, dîsa di destê mirovand de ye."

TEDBÎRÊN PÊWÎST ÊN JI BO OKYANÛSAN TÊN NÎQAŞKIRIN

Ji bo parastina okyanûsan, tê destnîşankirin, ku divê nêzîkatiya bêhevsengî ji holê wree rakirin, ji bo okyanûsan li gelemperiya cîhanê lîderiyeke siyasî bikve dewrê, hevparên nû werin afirandin û Bernameya Pêşvebirinê ya 2030'an bibe bingeha polîtîkayan.

Ji bo parastina okyanûsan her wiha tê destnîşankirin, ku li dijî gemarîkirinê mirov hê baştir werin agahdarkirin. 

Herî dawî, li dijî gemarîkirina derya û okyanûsan tê ragihandin, ku divê hevkariyên li qadên herêmî, neteweyî û navneteweyî werin zêdekirin.