Ofîsa alîkariyê li Filistîniyan hate girtin

Ofîsa NY ya bi mebesta alîkariya bi Filîstiyan, ji ber ku DYA'yê fînans li ser wan pirî, ji hêla darayî ve destteng bû, hate girtin.

Bi sedema ku Saziya Alîkariyê ya bi Penaberên Filîstînî re (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî, gelek karker ji kar derxist, navenda wê ya li Şerîda Xazeyê hate girtin.

Sendîkaya nûnera UNRWA'yê diyar kir piştî ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp alîkariya darayî li ser wan qut kiriye, wan jî navenda saziyê ya li Şerîda Xazeyê girtiye. Di daxuyaniyê de grêva xebatkarên navendê ya ku roja Duşemê dest pê kirî hate destnîşankirin û hate gotin ji duh ve navend hatiye girtin.

DYA ku 2017'an bi 350 milyon dolarî beşeke mezin li bûdçeya UNRWA'yê zêde kirî, bi biryara Trûmp êdî wê tiştekî li budçeyê zêde neke. UNRWA ku li Xazeyê bi sedan peywirdarên NY'yê lê dixebitîn, her wiha 13 hezar Filistînî jî lê dixebitîn.

Li Xazeyê rêjeya bêkariyê li nav ciwanan 70 ji 100'î û bi giştî jî ev rêje 53 ji 100'î ye, ji ber sedema birîna alîkariyê ya li ser Xazeyê tirs ew e ku krîza mirovî giran bibe.

Piştî biryara Trûmp li Şerîaya Rojava û Xazeyê UNRWA'yê 250 kes ji kar derxist û peymana 500 xebatkarî jî ji rojeke sehê kire nîv roj. Xebatkar jî li dijî vê dest bi grêvê kiribûn.

Piştî ku Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê nas kiribû rêveberên Filîstî helwesteke tund li dijî Trûmp nîşan dabûn, Trûmp jî Filîstînî sûcdar kiribûn û gotibû Filîstînî bi Israîlê re ber bi muzakereyan ve nayên. Rêveberiya Filîstînê jî dibêje Israîl ber bi muzakereyan ve nayê.