NY’yê ji bo Yemenê karî ji sêyan du alîkariya mirovî berhev bike

Hat ragihandin ku ji bo Yemen a ku ji ber şerê navxweyî 4 sal in dom dike ku rê li ber kirîzeke mezin vekiriye, heta niha ji rêjeya alîkariya mirovî ji sêyan du hatiye berhevkirin.

Li konferansa navneteweyî ya ku ji bo Yemenê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate lidarxistin, hate diyarkirin ku heta niha karîne 2 milyar dolar alîkariya darayî berhev bikin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres ê civîneke çapemeniyê lidar xist, bibîr xist ku alîkariya mirovî ya ku weke 3 milyar dolar kiribûn hedef, heta niha 2 milyar dolar alîkariyêm madî ji aliyê welatan ve hatine pêşkêşkirin.

Gûterres ê destnîşan kir ku hejmara alîkariya 2 milyar û 960 milyon hatî berhevkirin li gorî hedefa dayîn pêşiya xwe negihiştibê jî, bal kişand ser girîngiya alîkariya hatî berhevkirin.

Li gorî NY’yê ku nufûsa Yemen a 27 milyon e, bi giştî 8,4 milyon kes birçîne. Ji alîkariya ku ji bo Yemenê ku îsal hate berhevkirin beşa 930 milyon dalar ji aliyê Prensê Siûdî Erebîstan Muhammed Bîn Selma ve radestî Gûterres hatiye kirin.

Dîsa sala borî ji bo Yemenê banga alîkariya 2,5 milyar dolar hatibû kirin, lê mixabin welatên endamên NY’yê karîbûn ji sedî 73’ê berhev bikin.

Di şerê ji sala 2014’an ya navbera milîsên Sîa yên Hûsî ku Îran piştgirî dike û yekîneyên girêdayî Serokdewletê Yemen Hadî Mansûr ê ku Siûdî Erebîstan piştgirî dike de herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber negihiştina alîkariyên mirovî bi hezaran kes jî ber nexweşî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.