NY rexne li Îspanya kir: Diyalogên siyasî pêk bînin!

NY’yê êrîşên li ser referandûman serxwebûnê ya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê rexne kir, banga li her du aliyan kir ku bi lezgîn diyalongê pêş bêxin.

Nerazîbûnên tund ên li hemberî êrîşa hikûmeta Îspanyayê ya li ser referandûma serxwebûnê ya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ku 1’ê Cotmehê pêk anî dewam dike.

Raportoyên Taybet ên NY’yê Annaslîsa Cîampî, Leîlanî Ferha, Alferd de Zayas û Jose Antonîo Gûevara Bermûdez ku daxuyaniyek hevpar dan, helwesta hişk a Îspanya ya li hember rerferandûmê rexne kir, bang li Îspan ya kir ku rêz ji mafê mirovan re bigire.

RÊYÊN DIYALOGÊN SIYASÎ AVA BIKIN

Di daxuyaniyê de ku têde wiha hate gotin: “Ji ber şideta roja referandûmê derketî holê, di nava aciziyeke cidî de ne” wiha pêde çû: “Divê rêyên diyalogê yên siyasî bên dîtin. Ji bo bûyerên qewimî bên aramkirin, bang li aliyan dikin ku rêyên bi bandor ên diyalogê bidin avakirin.”

DIVÊ DI DERBARÊ POLÎSAN DE LÊPIRSÎN BÊN VEKIRIN

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li meqamên Îspanya dikin ku rêz ji mafên bingehîn ên mirovan ên mîna îfadeya azadiyê, tevlîbûna karên civakî, azadiya rêxistinkirinê û civatên aştiyane re bigire.” Di daxuyaniyê de daxwaz hete kirin ku di derbarê polîsên ku rê li ber birîndarbûna sedan kesan vekirin lêpirsîn bê destpêkirin.

Raportorên Taybet ên NY’yê, bibîr xistin ku divê Îspanya rêz ji mafê hatina gel hev a ji bo protestoyên aştiyane re bigire û erka wan e van mirvan biparêzin. Rapotoran wiha gotin: “Divê Îspanya li gorî erkên xwe yên navneteweyî tevger bike.”