NY: Li Xezeyê êrîşên li ser tenduristiya zêdebûnê qirkirin e
Desteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku êrîşên 'bi rêk û pêk' ên Îsraîlê yên li Xezeyê yên li ser tenduristiya zayendî û zêdebûnê 'çalakiyên qirkirinê' ne.
Desteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku êrîşên 'bi rêk û pêk' ên Îsraîlê yên li Xezeyê yên li ser tenduristiya zayendî û zêdebûnê 'çalakiyên qirkirinê' ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komîsyonê tespît kir ku meqamên Îsraîlê rewşa bûyîna xwedî zarokan a Fîlîstîniyên li Xezeyê, tenduristiya zayendî û xizmetên tenduristiya zêdebûnê heta astekê tine kiriye û ev yek jî tê wateya çalakiyeke qirkirinê ya di 2 kategoriyan de."
Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li Cenevreyê ev sûcdarî 'bi rengekî kategorîk' red kir.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî qirkirin sûcek e ku ji bo tinekirna neteweyekê, etnîkekî, komeke olî yan jî nijadî tê kirin û pênc cûre çalakiyan weke qirkirinê qebûl dike.
Komîte diyar dike ku du ji wan li Xezeyê ye: "Tedbîrên ji bo pêşîgirtina li zêdebûnê".
Serokê Komîsyonê Navî Pîllay got, "Êrîşên li ser koxûşên zayînê û klînîka tup pitik a bingehîn a li Xezeyê jî di nav de êrîşên li ser navendên tenduristiyê yên zêdebûnê û bikaranîna birçîbûnê weke rêbazeke şer, bandor li ser hemû aliyên zêdebûnê kiriye."