NY: Li DYE'yê 100 hezar zarokên koçber girtî ne

Piştî ku Donald Trump bû Serok, polîtîkayên DYE'yê yê li dijî koçberan roj bi roj giran bûn. Li gorî texmînan li DYE'yê herî kêm 100 hezar zarok di girtîgehê de ne û li navendên dersînorkirinê ne.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yek ji welatên sereke ne ku zarok lê girtî ne.

Manfred Nowak ji AFP'ê re axivî û ragihand ku 103 hezar zarokên koçber li girtîgehan an jî li navendên dersînorkirinê ne. Nowak anî ziman ku ev zarok bi tena serê xwe yan jî tevî malbatên xwe hewl dan bikevin nava DYE'yê.

Donald Trump ku ji Partiya Komarger bû serok ji Çileya 2017'an dema dest bi wezîfeyê kir û vir ve bi gotinên xwe yên tund ên li dijî koçberan tê naskirin. Trump ku bi projeya xwe ya lêkirina dîwar a li ser sînorê Meksîkayê bû sedema nerazîbûnan, destpêkê israr kiribû ku wê Meksîka bi xwe projeyê fînanse bike.

Ji ber ku ev daxwaza Trump nehate qebûlkirin hingî biryar hate wergirtin ku maliyeta dîwar ji budçeya Wezareta Parastinê (Pentagon) bê tedarikkirin.