NY: Îslamofobî terorîzmê sor dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, di dema serdana Erebîstana Siûdî de daxuyaniyek da û diyar kir, Îslamofobî terorîzma li hin cihên cîhanê sor dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, di dema serdana Erebîstana Siûdî de daxuyaniyek da û diyar kir, Îslamofobî terorîzma li hin cihên cîhanê sor dike.
Gûterres tevî Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adel El Cûbeyr civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xist û got, "Yek ji tiştên ku li hin deverên cîhanê terorîzmê sor dike, hest û siyaseta Îslamofob e."
Gûterre got, "Ev yek, argumana herî baş e ku DAIŞ ji bo propaganda xwe bi kar tîne."
Sekreterê Giştî yê NY, di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de piştî Tirkiyeyê hat serdana Qraliyeta Siûdî. Gûterres bi Qral Salman û rêveberên bingehîn ên Siûdiyan re rûnişt.
Di hevdîtinê de, di serî de şerê li Sûriye û Yemenê, şerê herêmî hat nirxandin.
Gûterres li ser krîza Sûriyeyê axivî û got, "Heta ku çareseriyeke siyasî ya berfireh ji bo gelê Sûriyeyê neyê peydakirin, wê têkoşîneke xurt li dijî terorîzmê neyê dayîn."
Şerê li Sûriyeyê bû sedem, ku 4.8 mîlyon mirov sirgûn bibin û zêdeyî 310 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin.
Li ser krîza Sûriyeyê wê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de roja 20'ê Sibatê hevdîtinên li Cenevreyê ji nû ve werin destpêkirin.