NY: Hevdîtinên aştiyê yên Yemenê wê 6'ê Îlonê dest pê bikin

Ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê bê qedandin, ku ji havîna 2014'an û vir ve dewam dike, bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê 6'ê Îlonê hevdîtin dest pê bikin.

Nûnerê Taybet ê NY ê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths got, hevdîtinên aştiyê wê 6'ê Îlonê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê bike. Grîffîths diyar kir, aliyên şerê navxweyî wê ji bo Cenevreyê werin vexswendin.

Martîn Grîffîths da xuyakirin ku ji bo Yemenê çareseriyeke siyasî pêkan e, lê agahiyeke zelal neda bê wê kîjan hêzan dawet bikin.

Piştî ku milîsên Hûsî yên Şîa havîna 2014'an serî hildan û destpêka sala 2015'an paytext Sana bi dest xistin, şerê li Yemenê veguherî şerekî herêmî. Erebîstana Siûdî ku piştgiriyê dide Serokkomarê hate sirgûnkirin Mansûr Hadî, tevî gelek welatên Ereb koalîsyonek ava kir û ji hewayî û bejahî ve êrîş birin ser Hûsiyan.

Di vî şerê navxweyî de ku zêdeyî 10 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov ketin nava birçîbûnê, Koalîsyona Ereb nekarî li hemberî Hûsiyan bi ser bikeve.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Erebîstana Siûdî îdîa dikin ku Hûsî alîkariya çekan ji Îranê digirin. Îran jî vê îdîayê red dike.