NY’ê bertek nîşanî êrîşên bi firsenda pandemiyê li dijî medyayê tê kirin da

Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet, bertek nîşanî welatên ku pandemiya Covîd-19 wekî fersend dibînin, rojnamegeran digirin û êrîşan dibin li ser medyayên bê alî, da.

Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Mîchelle Bachelet di daxuyaniya nivîskî de got; “Medya ya Azad her tim pêwîs te, lê belê ti caran wekî vê dema pandemiyê pêwîstiya me pê çênebûye.”

Bachelet got; “Agahiyek bi bawerî ji bo me hemûyan xetek ya jiyanê ye” û rêjeya Enstûtu ya Çapemeniya Navnetewî (IPI) bibîr xist.

IPI’yê da diyarkirin ku ji dema pandemî ya Kanûna 2019’an li Çînê derketî û vire, li tevahiya cihanê 130 mafê çapemeniyê hatiye binpêkirin. IPI’yê bi taybet bal kişand li ser sensûrên tedbîran, astenkirina agahiyan û bi giranî jî li dijî tedbîrên nirxandinên dezenformayan derket.

Berdevka Bachelet Rupert Colvîlle jî bi taybet Serokê DYE’yê Donald Trumpê ku rojane di derbarê pandemiyê de bi civîna çapemeniyê raste rast rojnamegeran hedef digre nîşan da.