NY: Divê Koalîsyona Ereb li 'lîsteya reş' bê bicihkirin

Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê ragihandin, ku Erebîstana Siûdî û welatên ji Koalîsyona Ereb ên li dijî Hûsiyan şer dikin, komkujiya zarokan kirine û hat xwestin, ku ev koalîsyon li 'lîsteya reş' bê bicihkirin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, ku beşek ji wê ji aliyê AFP'ê ve hate weşandin, balafirên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, herî kêm 38 dibistan û nexweşxane bombe kirine. Di raporê de hat ragihandin, ku di destwerdana 2,5 salan de, Siûdî û welatên din ên koalîsyonê bi taybetî mafên zarokan binpê kirine û tenê di sala 2016'an de ji mirina 683 zarokan berpirsyar in.

Rapor diyar dike, ku ev hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, di 38 êrîşên ku 'hatine piştrastkirin' de rû daye.

Ji ber vê yekê tê xwestin, ku koalîsyona navborî di 'lîsteya reş' a NY de bê bicihkirin ku ev lîste salane tê amadekirin. Tê payin ku rapor pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin. Di pêveka raporê de tê xwestin, ku koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan, li kategoriya duyemîn a welatên 'rê li ber mirina zarokan vedikin, lê belê ji bo bandora operasyonan a li zarokan kêm bike, tedbîran digire' bê bicihkirin.

Di raporê de tê rexnekirin, ku aliyê din ê şerê li Yemenê jî, ji bo parastina zarokan helwestê nîşan nade. Rapor balê dikişîne ser helwesta milîsên Şîa Hûsî û hêzên hikumetê yên ser bi Mansûr Hadî yê li sirgûnê û destnîşan dike ku çeteyên El Qaîde jî rê li ber mirina zarokan vedikin.

Neteweyên Yekbûyî, par Erebîstana Siûdî xistibû nava 'lîsteya reş'. Lê belê Siûdiyên ku endamê Konseya Mafên Mirovan e, karîbû ku xwe û welatên koalîsyonê ji vê lîsteyê derxîne. Erebîstana Siûdî gef xwaribû, ku eger ew li lîsteyê were bicihkirin, ew ê desteka malî ya dide bernameyên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî bibire.