NY bang kir ku operasyonên li Myanmarê werin rawestandin

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Gûterres ji Myanmarê, ku di van hefteyên dawî de nîv milyon Rohîngyayî jê reviyane, xwest ku dawî li operasyonên leşkerî bîne.

Gûterres li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser mijara Myanmarê axivî û got li herêma ku gelê Rohîngya lê dijî, divê operasyonên leşkerî werin rawestandin.

Gûterres bal kişande ser operasyon û şerê ku bûne sedem 500 hezar Rohîngyayî xwe li Bangladeşê bigirin û got, ji bo alîkariya mirovî were kirin divê şert werin hazirkirin. Gûterres bi vê mebestê ji Mynamarê xwest ku alîkariya mirovî bêyî ku li ti astengê bialiqe derbas bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Myanmarê xwest ku bang li mihaciran bike ku, 'bi ewle, bi rûmet û tim' dikarin li welatê xwe vegerin.

Li Myanmarê ku berê navê wê Bîrmanya bû, Tebaxê piştî êrîşa bi ser yekîneyên li ser sînor rewş aloz bûbû. Di nav hefteyekê de 500 hezar Rohîngyayî yên kêmar ên Misilman koçî Bangladeşê kiribûn.