Nûnerên DYE û Talîbanê bi hevdemî serdana Pakistanê kirin

Dîplomatê DYE'yî Zalmay Halîlzad û ji damezrînerên Talîbanê Abdul Ganî Baradar bi hevdemî serdana Pakistanê kirin.

Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Pakistanê daxuyaniyek da AFP'ê û diyar kir, Halîlzad ji bo bi hempîşeyên xwe yên Pakistanî re bişêwire serdana herêmê kiriye.

Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mucahîd jî li twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Mola Baradar ji bo 'serdaneke fermî' Çarşemê wê li Pakistanê be.

Nayê zanîn ku nûnerê DYE û yê Talîbanê li hev rûnên an na.

Serokê DYE'yê Donald Trump di 7'ê Îlonê de bi rengekî surprîz hevdîtinên bi Talîbanê re rawestandibû.