Nûnerê NY’yê li Îdlibê daxwaza korîdora mirovî kir

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, pêşniyara li Îdlibê pêkanîna korîdorekî mirovî kir.

Mîstûra ê li Cenevreyê civînek ji çapemeniyê re lidar xist, got: “Ji bo bi awayekî bi ewle veguhestina welatiyên sivîl bi awayekî fîzîkî û kesî amade me.”

Îdlib dikeve bakurê Sûriyeyê û sînor e bi Tirkiyeyê re. Yek ji cihê herî mezin ê di destê çeteyên bi piştgiriya Enqerê de ye. Ji gelek deverên din ji bo Îdilibê çete hatibûn veguhestin.

Mîstûra anî ziman ku li herêmê 2,9 milyon kes dijîn, ji vana 1,4 milyon welatiyên ji herêmên ku rejîmê kontrol kirine revîne û li herêmê bi cih bûne.

Amadekariyên operasyona rejîma Sûriye ya bi piştgiriya Rûsya ya ji bo Îdlibê dewam dike.

Mîstûra bibîr xist ku endam û malbatên çeteyên El Qaîde û El Nûsra yên li herêmê bi qasî 10 hezar e û got: “Ti gumana kesê nîne, ev terorîstên ku divê bên tinekirinin.”

Mîstûra hişyariya ku sivîlên li herêmê yên ku wê berdêlên giran bidin kir û wiha pêde çû: “Li herêmên ku piranî welatî dijîn, her çendî bi terorîstan re şer bê kirin jî ti hinceta bikaraîna çekên giran nîne.”