Nêzîkatiya Swêd û Fînlandiyayê ya li penaberan hate şermezarkirin

Polîtîkaya tund a Fînlandiya û Swêdê ya li dijî penaberan hate şermezarkirin. Bi vê armancê doh li paytexta Fînlandiya Helsînkî û li bajarê Jonkopîng ê Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beşa Fînlandiyayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo vegerandina penaberên Afganîstanî şermezar bike, li paytext Helsînkiyê xwepêşandanek li dar xist.

Serokê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Frank Johansson li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku ti devera Afganîstanê ewle nîne û xwest, penaber li Afganîstanê neyê vegerandin.

Johansson bi bîr xist ku di encama kampanya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ji bo rawestandina dersînorkirina penaberan wan 18 hezar îmze kom kirine û radestî Wezîrê Karên Hundir Kaî Mykkanen kirine.

Penaberekî ji Afganîstanê Mohammed Javîd jî diyar kir ku penaberên li benda biryara Buroya Koçberan e, di nava tirs û fikarê de ne û got, "Em ji Wezîrê Karên Hundir dixwazin ku statîstîkên xwe yên li ser Afganîstanê bi baldarî ji nû ve binirxîne û li ser jiyana me bi qumarê nelîze. Em ji zext, êşkence û mirinê reviyan. Em naxwazin bibin qurbanê polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li dijî koçberan."

Buroya Koçberan, di pênc mehên destpêkê yên îsal de 72 ji sedî yê daxwaza penaberiyê ya koçberên ji Afganîstanê red kir û biryar da ku bên dersînorkirin.

PENABERÊ KU RÊVEBERIYA SWÊDÊ BIRYARA DERSÎNORKIRINA WÎ DA, XWE KUŞT

Li bajarê Jonkopîng ê Swêdê, ciwanekî Afgan ê bi navê Mahmoûd ê 20 salî ku Buroya Koçberan biryara dersînorkirina wî da, dawî li jiyana xwe anî.

Mahmoûd ku hîn 17 salî bû bi tena serê xwe hat Swêdê û daxwaza penaberiyê kir, ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê cara 4'an hate redkirin, tengav û dawî li jiyana xwe anî.

Heval û dostên Mahmoûd ji bo wî bi bîr bînin û polîtîkaya Swêdê ya li dijî penaberan şermezar bikin, doh li Parka Radhûs a li bajarê Jonkopîngekê li hev civiyan. Hevalên wî kulîlk û find danîn ber wêneyê wî û li dijî polîtîkaya Swêdê pankart û dowîz vekirin.

Hejmara penaberên di 9 mehên destpêkê yên îsal de li Swêdê dawî li jiyana xwe anîn bû 5 kes. Bi dehan penaberan jî hewl dan xwe bikujin.

Konseya Neteweyî ya Komên Penaber (FARR) jî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Afganîstan welatekî ewle nîne û xwest dersînorkirina penaberan bê rawestandin.