Netanyahû: Welatên Ereb Îsraîlê weke hevalendê xwe dibînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ji qenala LRT a Lîtvanyayê er axivî û îdîa kir ku aştiya bi welatên Ereb re bi saya "dijberiya li Îranê" dikare pêk were.

Netanyahû diyar kir ku pêkhatina aştiya Îsraîlê ya bi welatên Ereb re, wê pêşî li aştiya bi gelê Fîlîstînê re veke.

Netanyahû anî ziman ku aştiya bi welatên Ereb jî bi saya dijberiya li Îranê dikare pêk were û got, ji ber vê yekê gelek welatên Ereb Îsraîlê weke "hevalbend"ê xwe dibînin.

Netanyahû îdîa kir ku ji ber dijberiya li Îranê, gelek welatên Ereb Îsraîlê weke "dijmin" nabînin, ji bo "têkbirina êrîşên Îranê" weke hevalben dibînin.

Netanyahû bi dewamî got, "Vê yekê jî rê li ber asayîbûnekê vekir ku dikare pêşî li aştiyê veke. Eger em karibin bi cîhana Ereb re li hev bikin, ev ê ji bo aştiya bi Fîlîstîniyan re bibe alîkar."

Tê zanîn ku ji nava welatên Ereb tenê Misir û urdunê bi Îsraîlê re peymana aştiyê mohr kirine. Welatên din ên Ereb dibêjin, bi aştiya bi gelê Fîlîstînê re dikarin Îsraîlê nas bikin.