Nerazîbûnên li dijî serdana Erdogan didomin

Nerazîbûnên li dijî serdana Erdogan a Elmanyayê didome. Di çalakiyan de tê diyarkirin ku divê Erdogan bi navê sûcdarê şer were darizandin û vexwendina wî ya ji bo welatên Ewrûpayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Gîessen ê Elmanyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Meş ji aliyê Platforma Hevgirtinê ya Efrînê hate organîzekirin û li Berlîner Platzê hate destpêkirin. Girse bi pankarta bi Elmanî ‘Daristanên Kurdan tên şewitandin, Kurdistan tê hilweşandin’ meşiya.

Di meşê de bi Kurdî, Tirkî û Elmanî sloganên ‘Erdoganê kujer’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Partiya me PKK’ hate berzkirin û alayên YPG, YPJ, TEV-DEM’ê hatin hildan. Belavoka çalakiyê hate xwendin û piştre girse heta Kîrchplatzê meşiya û çalakî bi dawî kirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckene jî serdana Erdogan hate protesokirin. Çalakî li pêşiya Eûropagalerî saet di navbera 16.00-18.00’an de hate lidarxistin û gelek belavok hatin belavkirin. Êvarî jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Navendên Civakî ya Kurd a Demokratîk Dexîl Îbrahîm axivî û diyar kir ku tekane hedefa Erdogan ev e ku gelê Kurd qir bike.

Hevserokê Meclîsa Şengalê Fîkret Îgrek jî bi Elmanî axivî û hevkariya dewleta Elmanyayê ya bi dewleta Tirk şermezar kir. Li ser navê HDK-Saarbruckenê jî Zulfu Çamkiran helwesta hikumeta Elmanyayê şermezar kir û got ku, “Bi bicihanîna daxwazên Erdoganê dîktator, hûn ê li pêş dîrokê hesap bidin.”

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê jî serdana Erdogan hate şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan li Mont-Blancê hatin ba hev û li vê derê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de him dewleta Elmanyayê û him jî Erdogan hate protesto kirin û belavokên bi Fransî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate diyarkirin ku divê Erdogan bi navê sûcdarê şer were darizandin û nayê qebûlkirin ku Erdogan ji aliyê dewleteke Ewrûpayê ve were vexwendin. Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Elmanya fînanse dike, Tirkiye li Kurdan dixe’ hate berzkirin.