Nav-Leipzig hate vekirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) ku li bajarê Leipzigê hate vekirin, armanc dike ku li Elmanyayê nasname, ziman û çanda Kurdî zindî bigire.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) ku li bajarê Leipzigê hate vekirin, armanc dike ku li Elmanyayê nasname, ziman û çanda Kurdî zindî bigire.
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê ji aliyê diyasporaya Kurd ve pêngaveke din a girîng hate avêtin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) ku ev demeke dirêj e amadekariyên vekirina wê dihatin kirin, li Eisenbahnstrabe 53’yê bi merasîmekê bi awayekî fermî hate vekirin.
Bernameya vekirinê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li gel malbatên şehîdan gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Di axaftinan de qala armanca avakirina navenda civakî û wateya wê hate kirin. Hate diyarkirin ku Nav-Leipzig bes ne qadeke çandî ye, di heman demê de ji bo zindîkirina nasname, ziman û çanda Kurdî a li Elmanyayê jî gelekî girîng e.
Axêveran destnîşan kirin ku li gel bandora pergala kapîtalîst a gerdûnî zimanê dayikê, çand û têkiliyên civakî her ku diçe lawaz dibin û dan zanîn ku wê Nav-Leipzig di mijarên weke fêrkirina zimanê Kurdî, lidarxistina çalakiyên çandî û xurtkirina piştevaniya civakî de roleke girîng bilîze.
Di axaftinan de ev yek hatin gotin: ‘’Li hemberî windabûna ziman, çand û têkiliyên me yên civakî ya di bin zexta pergala kapîtalîst de hewcehiya me bi navendeke civakî hebû. Ev navend wê zimanê me yê dayikê fêrî zarokên me bike û bi lidarxistina çalakiyên çandî em ê piştevaniya xwe ya civakî xurt bikin. Bi vê wesîleyê ji bo me hemûyan ser xêrê be. ‘’
Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.