Mirina ji ber mayin û teqemeniyan salên dawî zêde bû

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi wesîleya 4'ê Nîsanê Roja Têkoşîna li dijî Mayinên Bejahî ya Navneteweyî hatin eşkerekirin, hejmara mirovên 3 salên dawî ji ber teqemeniyan mirin bi 2,5 qatî zêde bû.

Saziya Çavdêriyê ya Teqemenî û Mayinan sala 1988'an ji aliyê gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî ve hate avakirin. Li gorî Saziya Çavdêriyê, hejmara mirovên 3 salên dawî ji ber teqemenî û mayinan mirin, gelekî zêde bûye.

Sala 2013'an li gelemperiya cîhanê 3 hezar û 450 kes ji ber mayin û madeyên din ên teqemeniyê mirin an jî birîndar bûn. Ev hejmar sala 2016'an bû 8 hezar û 605 kes.

Li gorî raporê, herî zêde li Afganîstan, Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û Ukraynayê, mirov ji ber mayin û teqemeniyên din mirin û birîndar bûn.

Di raporê de tê gotin, çar ji pênc kesên ji ber teqemeniyan mirine sivîl in. 78 ji sedî yê mirovên sala 2016'an ji ber mayinên antî personel mirin an jî birîndar bûn sivîl in. 42 ji sedî jî zarok in.

Handicap International ku yek ji rêxistinên alîkariyê yên saziya çavdêriyê ye, diyar kir ku ji bo serxistna armanca Neteweyên Yekbûyî ya ji bo paqijkirina cîhanê ji mayinan heta sala 2015'an pêwîstî bi hewldanan heye. Li gorî saziyê, bi taybetî li Kolombiyayê divê gavên girîng werin avêtin.

Li gorî Peymana Ottawa ku ji aliyê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin, çêkirin, kirîn, veşartin û bikaranîna mayinên antî personel qedexe ye. Peyman sala 1997'an hate amadekirin û heta niha 163 welatan mohra xwe danîne binî.