Meşvanên ji şaxa Luksembûrgê bi sloganan dimeşin

Meşa ji Luksemboûrgê ya ber bi Strasboûrgê di roja 4’an de didome.

Ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 3 şaxan ve ber bi Strasboûrgê ve meş hatibû destpêkirin. Şaxa ji aliyê Luksembûrgê ji aliyê enternasyonalîstan hatibû destpêkirin. Di roja 3’an de ciwanên Kurd jî ji Mannheîmê tevlî meşê bûn.

Enternasyonalîst û ciwanên Kurd bi şev li Talengê mabûn û bi wesayîtan hatin têketina bajarê Nancyê. Girse ew ê îro 12 kîlometreyan bimeşe. Di meşê de bi gelek zimanan sloganên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ tên berzkirin.

Girse ew ê li gara Nancyê bêhna xwe bide û piştre li Qada Place Stanîslasê ew ê ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê daxuyaniyekê bide. Meşvan wê piştre biçin serdana şaredariya Vandeûevreyê û derbarê komploya navneteweyî û grevên birçîbûnê wê dosyeyekê bidin rayedaran.