Merkel: Li ser têkiliya bi Tirkiyeyê re em ê biryar bigirin

Serokwezîra Elmaya Merkel berî lûtkeya sibe ya YE’yê aixî û got: “Em ê li ser bê ka wê çawa têkiliyên bi Tirkiyeyê re dom bike, biryar bigirin.” Erdogan jî got: “Pêkanîn zêde bandorê li Tirkiye nake.”

Beriya lûtkeya sibe ya Yekîtiya Ewropa ku têkildarî pêkanînên ji bo Tirkiye ya li ser provakasyonên li Behra Spî nakokiyên li gel Yewnanistan û Qibirsê bê girtin Serokwezîra Elmanya Angela Merkel daxuyaniyek da.

Mercel anî ziman ku yek ji mijara serekî ya lûtkeya YE’yê Tirkiyeye û got: “Em ê li ser bê ka wê çawa têkiliyên bi Tirkiyeyê re dom bike, biryar bigirin.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê berî serdana Azerbeycanê axivî jî diyar kir ku ti birayarek ên pêkanînê Yekîtiya Ewropayê Tirkiye zêde bandor nake. Erdogan anî ziman ku YE’yê ji sala 1963’an û vir ve pêkanînan li ser Tirkiyeyê dike û got: “Ti demê YE’yê li ser soza xwe nesekiniye. Ji wê rojê heta niha me sebir kir, sebir dikin. Tirkiye wê mafê xwe yê Behra Spî ya Bakurê Qibrisê biparêze. Ne mimkûne ku tawîzan bidin.”