Meleyên sîxur winda ne!

10 ji 16 meleyên Tirk, ku ji ber karê sîxuriyê li Elmanyayê ketin ber lêpirsînê, winda ne.

Eşkere bû, 10 ji 16 meleyên Tirk, ku ji ber karê sîxuriyê li Elmanyayê ketin ber lêpirsînê, winda ne. Tevî ku tevna sîxuriyê ya ku rejîma Erdogan bi rêya DÎTÎB'ê li Elmanyayê ava kir kişf jî bû, hikumeta federal a Elman mîlyonek Euro alîkarî da DÎTÎB'ê.

Derketibû holê, Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB), ku li Elmanyayê bi 900 mizgeftan xwe bi rêxistin kiriye, mîna saziyeke îstîxbaratê ya rejîma Erdogan dixebite. Eşkere bû bû, ku wezîfedarên olî yên ji DÎTÎB'ê, di salên dawî de hem li ser civata Gulen hem jî li ser Kurdan rapor ji MÎT'ê re şandine.

Ji ber vê yekê, Serdozgeriya Elman beriya niha bi demekê, der barê hin meleyên DÎTÎB'ê de, li gorî xala 99'an a Qanûna Ceza ya Elman, bi sedema ku 'karê îstîxbaratî' meşandine, lêpirsîn vekiribû.

Televîzyona dewletê ARD'ê, li gorî agahiyên ji çavkaniyuên ewlekariyê wergirtî ragihand, ku 10 ji 16 meleyên lêpirsîna der barê wan de dewam dike, winda ne. Tê texmînkirin, ev mele bi alîkariya dewleta Tirk reviyane Tirkiyeyê.

Hat ragihandin, serdozgeriyê der barê 6 meleyên mayî yên Tirk de daxwaza girtinê kir. Ev daxwaz ji aliyê Dadgeha Federal ve hat redkirin. Tê gotin ev meleyên navborî, mîna ku tiştek nebûye li mizgeftên lê ne karê xwe didomînin.

Di 15'ê Sibata 2017'an de, polîsên Elman avêtibûn ser malên van meleyên ajan.

HIKUMETA MERKEL PEREYAN DIDE DÎTÎB'Ê!

Di vê navberê de, tevî ku karê sîxuriyê yê DÎTÎB'ê demeke dirêj e tê zanîn jî, derket holê ku hikumeta Elman pere daye projeyên cuda yên DÎTÎB'ê. Li gorî nûçeya hevpar a televîzyona WDR û rojnameya 'Suddeutscher Zeîtûng', Wezareta Malbat, Jin û Ciwanan a Federal, îsal bi mîlyonek Euroyî alîkariya pereyan daye DÎTÎB'ê.

Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck, bi rengekî tund rexne li biryara wezaretê kir û got, "Ji bo saziyeke ku ji ber karên xwe yên sîxuriyê ketiye ber lêpirsînê, çawa dibe ku dewlet hê alîkariyê dike. Ez vê fêhm nakim."

Ji sala 2012'an û pê ve, wezaretên cuda yên federal, bi 6 mîlyon Euroyî alîkarî daye DÎTÎB'ê. DÎTÎB îdîa dike, ku ew bi vî pereyî qaşo 'projeyên ahengiyê' bi rê ve dibe. Karê DÎTÎB'ê yê li mizgeft, komele û dibistanan ev demeke dirêj e di rojeva medya Elman de ye.

Derketibû holê ku li van mizgeftan, propaganda rejîma Erdogan tê kirin, mirovên ji Erdogan hez nakin tên tespîtkirin û meleyên tevlî dersên olî yên li van dibistanan dibin, der barê malbatên şagirtan de agahiyan kom dikin.

Piştî ku DÎTÎB li Elmanyayê bû rojev, Sekreterê Giştî yê DÎTÎB'ê Bekîr Alboga di meha Kanûnê de li xwe mikur hat ku hin meleyan agahî kom kirine û îdîa kiribû ku ew ji ber vê yekê xemgîn in.