Mayina li malê aktîvîteyên sîsmîk kêm kir!
Tevdîrên li dijî pandemiya Covîd-19 hatine wergirtin li xwezayê tên. Ji ber kêmbûna liv û tevgera mirovan, aktîvîteya sîsmîk jî kêm bû.
Tevdîrên li dijî pandemiya Covîd-19 hatine wergirtin li xwezayê tên. Ji ber kêmbûna liv û tevgera mirovan, aktîvîteya sîsmîk jî kêm bû.
Ji ber tevdîra mayina li malê ya li her devera cîhanê, liv û tevgera trafîkê û qelebalixiya li derve kêm bû. Vê yekê jî liv û tevgera sîsmîk kêm kir.
Li gorî nûçeya malpera înternetê ya radyoya Fransayê RFI ku bi gelek zimana weşanê dike, ji Enstîtuya Fîzîk a Cîhanê Jerome Vergne got, "Liv û tevgera mirovan, trafîka rêyên hesinî, trafîka wesayitan dibe sedem ku erd biheje."
Vergne got, "Ji dema biryara mayina li malê û vir ve liv û tevgera mirovan jî daket, lewma li gorî rewşa ku me qeyd kiriye lerza erdê kêm bûye. Ev rewş li hin bajaran ji 40 heta 50 ji sedî ye."