Macron serfiraziya QSD'ê pîroz kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Hêzên Sûriya Demokatîk (QSD), ku dawî li DAÎŞ'ê anî, slav kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di ser Twîtterê re peyam da û got, ''Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku wan keleha dawî ya DAÎŞ'ê xistine. Ez hurmetê ji hevkarên me re û ji artêşa koalîsyona navnetewî re digirim, ku Fransa jî parçayek jê ye.''

Macron got, ''Ji bo ewlehiya me, bi rengekî biryardar li dijî terorîstan têkoşiyan''.

Serokkomarê Fransayê bi domdarî wiha got: ''Em kesên ku bûne qurbaniyên DAÎŞ'ê ji bîr nakin. Îro ev qonaxa li paş mayî pir mezin e: Ji bo  welatê me, tehdîteke mezin hate bêbandorkirin. Lê taloke didome û têkoşîna dijî terorîstan divê bidome.''