Macron: Keştiyên balafiran wê bibin nukleer

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got keştiyên balafiran ên nû ku leşker jê re 'Pang' dibêjin wê nukleerî bin.

Emmanuel Macron dema ku serdana Creusotê kirî, ya li bin banê sinayî ya Framatome ku şûbeya hilberandina germkirina nukleer a EDF'ê ye, got, ''Heta ku nukleera leşkerî nebe, ya sivîl nabe.''

Macron li ser Twîtterê têkilî eynî mijarê daxuyanî da û got, ''Dahatuya me ya stratejîk jî ji endûstriya nukleerî derbas dibe.  Keştiyên balafiran ên dahatuyê ku wê welatê me û fîloya me bipêçin, weke Charles de Gaulle, min biryar li ser da ku bi nukleerê be.''

Macron hê navek li wê keşiya balafiran nekiriye. Tê payin ku keştî 2038'an bikeve ber xizmetê.

Li gorî Wezîrê Berevaniyê Florence Parly ev keştî wê 2-3 caran li keştiya balafirê Charles de Gualle be. Ango wê giraniya wê 75 hezar ton û dirêjahiya wê 305 metro be.

Keştî wê bikaribe balafirên şer Rafal hilbire, her wiha wê bikaribe balafirên bi çarçoweya projeya balafirên nû yên şer jî hilgire. Tê gotin balafirên şer ên dahatuyê wê giraniya xwe 30 ton bin, yên niha 22-24 ton in.

Keştiyên nû yên şer wê bi rampayên elektromanyetîk bin ku ji hêla DYE'yê ve hatiye çêkirin û li keştiya USSGerald R. Fort hatiye bicihkirin.

Keştî wê 30 balafirên şer, balafirên çavdêr ku di hemû rewşên hewayî de dikarin werin bikaranîn, helîkoptêr û doronayan hilgire.

Reaktora nukleer wê bi modêla K22'yê be û îhtîmal e ku siberojê di binderyayên êrîşên nukleerî de wer bikaranîn.

Dewlet heta 2025'an ji bo qonaxa pêşî ya xebatan 900 milyon euro veberhênanê wê bike. Li gorî hin texmînan 5 milyar euro wê li keştiyê biçin.

Wezîrê Berevaniyê Parly ji kovara Le Poînt re axivî û got, ''Ev dîrokî ye. Di dîroka Fransayê de cara uyan sêwiranina keştiya balafiran a nukleer tê destpêkirin.''