Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Macron dixwaze hevdîtinên li gel Moskovayê zêde bike

Serokkomarê Fransa Emanûel Macorn di dema hevdîtina bi rêya telefonê ya li gel Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn de, daxwaz kiriye ku hevdîtinên li gel Fransa û Rûsyayê zêdetir bibin.

Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya ji Serokkomariya Fransayê ve hate kirin, Macron û Pûtîn bi telefonê hevdîtinek pêk anîne. Di hevdîtinê de kirîza li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Macron pêşniyarên Fransa yên têkildarî mijara Sûriyeyê rêz kiriye û wiha gotiye: “Têkoşîna li dijî terorîzmê û pêşîgirtina tevgerên nû yên DAIŞ’ê; divê biryara 2301 a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya parastina sivîlan li ber çav bê girtin, alîkarîkirine xurt a mirovî, ji bo pêvajoyeke siyasî û bi ewle hevdîtin bê destpêkiri.”

Macron wiha got: “Ji bo li Sûriyeyê aştî û aramî bê avakirin divê di navbera Fransa û Rûsyayê de domandina hevdîtina zêdetir bibe.”

Macron di daxuyaniya roja Pêncşemê kirî de diyarkirin delîlên bi hêz di destê wan de hene ku rejîma Sûriyeyê li Dûma çekên kîmyewî bikar anîne. Macron bibîr xistibû ku piştî lêkolînkirina agahiyan û şûnde di mijara mudaxeleyeke leşkerî de wê biryar bidin.

Rûsya û rejîma Şan îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî weke komployekê didin diyarkirin. Li gorî Moskovayê ev planeke û li pişt vê servîsên sîxûriya biyanî hene.